Siyasetmedarên kurd: Raporta komîsyonê ji bo çareseriyê hêviyê nade

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê bi çavê dewlet û desthilatê, piroseya Tirkiyeya bêteror dimeşe. Bi çavê Dem Partî û Îmraliyê, proseya aştî û civaka demokratik dimeşe. Bi çavê partiyên Kurdistanî jî, divê navê proseyê çareseriya pirsa kurd be û mafên neteweyî yên kurdan werin nasîn. Akademîsyen dibêjin niha proseya Tirkiyeya bêteror heye û piştî vegera endamên PKKê dê proseya çareseriya pirsa kurd dest pê bike û wê demê jî dê diyar bibe ku nunerên siyasî yên kurdan çiqasî jêhatî û zîrek in.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê amadekariyan dike ku raporta xwe ya encamê temam bike û ji parlementoya Tirkiyeyê re wek pêşniyar peşkeş bike. Akademîsyen pêşbînî dikin ku raporta komîsyonê ne berfireh be û bi giranî jî di raportê de mijara vegera endamên PKKê were nirxandin. Her wiha Akademîsyen dibêjin divê komîsyon daxwaz û pêşniyarên kurdên di komîsyonê de nêrînên xwe anîne ziman berçav bigire.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkûn ji K24ê re got: “Ez bawer nakim di raportê de behsa daxwazên kurdan were kirin, ji xwe berê jî rayedarên dewletê gotibûn komîsyon bo vegera endamên PKKê ye, lê eger tê xwestin ku pirsa kurd were çareserkirin û prose bilez bimeşe divê nêrîn û daxwazên kurdan jî berçav were girtin.”

Siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê jî derbarê raporta komîsyonê de dibêjin heta niha nîşaneyek erênî bo çareseriya pirsa kurd xuya nebuye û ji ber wê raport hêviyê nade ku pêşhatên dawî jî li ser destkeftiyên kurdan wek gef xuya dikin.

Cîgırê Serokê Partıya Welatparêzên Kurdıstanê (PWK) Cano Amedî dibêje: “PKKê gav avêt lê hîn jî dewletê gavek şênber neavêtiye, girtî hîn jî di girtîgehê de ne, gavek şênber nehatiye avêtin, biraderên DemPartiyê dibêjin hinek tişt hene lê nehatine diyarkirin lê kurd tiştekî nizanin, divê hemu aliyên kurd werin cem hev û daxwaza mafên xwe yên neteweyî bikin.”

Akademîsyen û siyasetmedar balê dikêşin ku proseya niha ser 2 qonaxan hatiye dabeşkirin ku qonaxa yekem bêçekkirina PKkê ye qonaxa duyem jî çareseriya pirsa kurd ser zemîna siyaset û hiquqê ku divê qonaxa duyem de kurd bibin yekdeng.