Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê kir û pê re bal kişand ser pêdivîtiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê Hesen Mihemed El-Zeman kir.
Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Osman El-Dawid jî tevlî wê bûbû, Balyozê Kuweytê silavên Mîr û Cînişînê Kuweytê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî di warên cuda cuda de kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser pêdivîtiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de û xwesteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de jî tekez kir.
Herwesa rewşa giştî ya Iraqê û bizav û danûstandinên ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî pareka din a nîqaşan bûn.