Şanda Îmraliyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî), ku wekî şanda Îmraliyê jî tê zanîn, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) li Koçka Serokkomariyê pêşwaziya şandeka Dem Partiyê kir, ku ji Pervin Buldan û Mithat Sancar pêk hatibû. Cîgirê Serokê Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Efkan Ela û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî (MIT) Ibrahim Kalin jî di wê civînê de amade bûn.
Endamên şanda Dem Partiyê berî destpêkirina civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re daxuyaniyeka kurt da. Pervin Buldan ku Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ye jî amaje da ku, ev serdana wan a pêncê ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê ye û got: Niha pêvajoya aştiyê gihîştiye qonaxeka diyarkirî ji ber ku karê Komîsyona Parlementoyê ketiye qonaxa nivîsandina raportê.
Pervin Buldan herwesa got: Bi rastî, raya giştî li bendê ye ku bizane ka pêvajoya aştiyê çawa pêş ve diçe, ji ber ku me ecêndayên girîng ji bo civîna xwe ya bi Serokkomar re hene, piştî civînê em dê daxuyaniyekê bidin.
Mithat Sancar jî got: Her çend xebata nivîsandina raporta Komîteya Parlementoya Tirkiyeyê nêzîkî temambûnê be jî, lê piştî civînên me hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûriyeyê pêşketinên nû çê bûne, ji ber vê yekê em dê di vê civînê de bi Serokkomar re li ser hemî pêşketinan nîqaş bikin.
Navbirî herwesa ragihand ku, ew dê di vê hevdîtina xwe de pêşniyarên xwe pêşkêşî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bikin.
Civîna çarê ya di navbera şanda Dem Partî ya Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de di 30ê Cotmeha par de hat lidarxistin.