Mesrûr Barzanî: Wezareta Plandananê ya Iraqê berevajî peymanan serederî kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serperiştîkirina civîna Encûmena Wezîran de, li ser verêjên guhertina encamên serhejmêriya giştî ya şêniyan ji aliyê Bexdayê ve haydarî da û got ku, ew pêngav binpêkirina peymanan e û dê bandoreka neyînî li ser mafên Herêma Kurdistanê hebe.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya fermî li ser encamên serhejmêriya giştî ya şêniyên Iraqê diyar kir û her guhertineka di rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê de red dike.
Mesrûr Barzanî li ser serederiya Wezareta Plandananê ya Iraqê nîgeraniya xwe anî ziman û got: Wezareta Plandananê ya Federal li derveyî biryarên Hikûmeta Iraqê û berevajî peymana hevpar a di navbera her du hikûmetan de serederî bi encamên fermî yên serhejmêriyê re kiriye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydarî jî da ku, vê pêngava Bexdayê dê "bandoreka neyînî li ser mafên darayî û qanûnî yên Herêma Kurdistanê hebe". Tekez jî kir ku, rewşê "pêdivîtî bi bicihanîna rêkarên bilez ji bo sererastkirina wê heye."
Mesrûr Barzanî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir û ragihand: Encûmena Wezîran guhertina rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Plandananê ya Federal ve red dike û dê pêngavên pêdivî biavêje da ku şaşîtiyan rast bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa bang li hikûmeta federal jî kir ku, pabendî peymanên hevpar be û itîrafê bi encamên fermî yên serhejmêriyê bike, ku rêjeya Herêma Kurdistanê bi 14.1% destnîşan kiriye.