Daxwaz ji malbatên kurd tê kirin zarokên xwe ji bo waneya bijarde ya kurdî tomar bikin

Enqere (K24) – Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarde yên Kurdî ku 5ê Sibatê destpêkiriye didome. Ligel ku sêrîlêdan dê heta 20ê Sibatê berdewam bikin, rêveberên partiyên siyasî bang li malbatan dikin ku hewl bidin zarokên wan dersên Kurdî hilbijêrin. Parlamenter dibêjin her çiqasî pirsgirêk hebin jî xwedîlêderketina li ziman gavek e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serîlêdanên dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2026-2027an didomin û xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 20ê Sibatê dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Di sala 2025-2026an de 59.372 xwendekaran dersên Kurdî hilbijartibûn ku ji van 50.809 kesan Kurmancî û 8.563 kesan jî Zazakî hilbijartibû. Lê, ji ber pirsgirêkên wekî windakirina belgeyan, kêmbûna mamosteyan û astengiyên rêveberiyên dibistanan, ji wan xwendekaran tenê 30.104 kesan karîbûn perwerdehiya van dersan bibînin.

Parlamenterê DEM Partiyê jî diyar dike her çend ne çareseriya bingehîn be jî hilbijartina dersên Kurdî îro gavek e ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî.

Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Sînan Çiftyurek ji K24ê re got: “Di serî de em bangî gelê xwe dikin, dayik û bavan dikin li Stenbolê heta Colêmergê ji bo dersên hilbijartinê serîlêdanê bikin. Ew armanca me nîne, lê ji bo ku em têbigihîjin, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî dersên bijarde jî îro gavek e. Kurdê temenî wî herî zêde li vê derê ye. Li Kurdistana bakûr e li Kurdistana Tirkiye ye. Li vir şûnde Kurd tune ne, Kurd pêkhatên miletê Tirk in, ew şaşiyeke mezin e. çareserî qebûlkirina miletê Kurd e û divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî.”

Ji bo poleke dersa Kurdî bê vekirin herî kêm pêwîstî bi 10 xwendekaran heye. Parlamenterê HUDA-Parê jî dibêje; ger ew li zimanê Kurdî xwedî dernekevin dê ew were windakirin. Loma jî lazim e hemû partiyên siyasî ku dengan ji Kurdan digrin bang li gelê Kurd bikin ku zarokên wan dersên Kurdî hilbijêrin.

Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanli got: “Îro bi awayekî bi dersên bijarde ew îmkan heye ku em zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Em dizanin ev ne bes e, têra me nake û lazim e zimanê Kurdî bibe perwerdehiyê ji mekteba seretayî heta ya bilind lazim e zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bidomînin. Lê îro em dibêjin tiştê di destê me de ye jî ji destên xwe bernedin. Ev hişmendiya xwe zêde bikin. Gelek pirsgirêk di vê meseleyê de hene, tayînkirina mamosteyên Kurdî ne bi dilê me ye, têra me nakin ji aliyekî ve ew e,aliyekî din rêveberên mektebên navîn pêşiya dê ûbavan venakin ku van dersan hilbijêrin. Ji aliyekî ve jî dê û bav zêde ne talibkirina tercîhkirina dersên ziman in. Loma em dixwazin hişmendiyekê di nav gelê xwe de zêde bikin.”

Di sala perwerdeyê ya 2024-2025an jî, 31 hezar û 199 xwendekaran dersen Kurmancî, 3 hezar û 805 xwendekaran jî dersên Kirmanckî ango Zazakî hilbijartine ku ji sala 2012an vir ve li dibistanên navendî dersên Kurdî wekî dersên bijarte têne dayîn.