Mesrûr Barzanî û Balyozê Ermenistanê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Ermenistanê yê li Iraqê Robin Sogoyan kir.
Di hevdîtinê de tekezî li giringiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de di hemû waran de hat kirin. Herwiha behsa hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi Serok û Serokwezîrê Ermenistanê re hat kirin ku di çarçoveya "Koma Aboriya Cîhanî ya Davosê" de pêk hatibûn.
Balyozê Ermenistanê Robin Sogoyan, pêzanîn û spasiya welatê xwe nîşan da ji bo parastina mafên pêkhateya Ermen li Herêma Kurdistanê.
Di beşeke din a civînê de, her du aliyan li ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di hemû sektoran de ji bo avakirina binesaziyeke bihêz a aborî danûstandina bîr û rayan kirin.
Herwiha behsa guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê, hewildanên ji bo hilbijartina Serokkomar û pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.