CENTCOM: Hêzên me bo bersivdana her gefeka terorîstî di amadebaşiyê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Amerîkayê di çarçoveya pêngavên rêxistina hêzan li Rojhilata Navîn de, bingeha stratejîk a Tenefê li Sûriyeyê vala kir. Fermandariya CENTCOMê ragihand ku, tevî vekişînê jî, hêzên wan ji bo bersivdana her gefeka terorîstî di amadebaşiyê de ne û di du mehên borî de jî gurzên mezin li DAIŞê dane.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, duhî pêvajoya vekişîna hêzên wan ji bingeha leşkerî ya Tenefê li Sûriyeyê bi awayekê rêxistî û serketî hatiye bidawîanîn.
Li gorî wê daxuyaniyê, ev vekişîn pareka pêvajoya "veguheztina hêzan a bi şert û merc" e, ku ji hêla Hêza Erkê Hevpar ê Operasyona “Biryara Mukom” (CJTF-OIR) ve tê serperiştîkirin.
Hêza Erkê Hevpar (CJTF-OIR), ku di sala 2014ê de ji hêla CENTCOMê ve hatiye damezrandin, erkê wê yê sereke şêwirmendî, alîkarî û çalakkirina hêzên hevpar di şerê li dijî DAIŞê de bû.
Ev pêngav dirêjkirina biryareka Pentagonê ya Nîsana 2025ê ye, ku tê de ragihandibû ku piştî şkandina bi tevahî ya DAIŞê ji aliyê cografî ve (ku di sala 2019ê de pêk hat), artêşa Amerîkayê dest bi yekkirina û kêmkirina cihê mana hêzên xwe li Sûriyeyê dike.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper jî ji aliyê xwe ve ragihand: Hêzên Amerîkayê dê di amadebaşiya temam de bimînin, ji bo bersivdana her gefeka DAIŞê li deverê. Herwesa em dê li ser piştgirîkirina wan bizavan berdewam bin ên ku hevparên me ji bo pêşîgirtina li serhildana wê tora terorîst bi rê ve dibin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) tekez jî kir ku, "Berdewamkirina zextê li ser DAIŞê pêngaveka bingehîn û pêdivî ye ji bo parastina axa Amerîkayê û xurtkirina ewlehiya deverê."
CENTCOMê di derheqa operasyon û çalakiyên leşkerî yên vê dawiyê de eşkere kir ku, di dema du mehên borî de hêzên Amerîkayê çalakiyên xwe zêde kirine û bi 350 mûşekan zêdetir ji 100 armancan hingaftine.
Li gorî wê daxuyaniyê, di encama wan operasyonan de, zêdetir ji 50 terorîstên DAIŞê hatine kuştin an jî girtin, ku ev yek jî nîşan berdewambûna pabendbûna Amerîkayê bi nehêlana bermahiyên terorê tevî guhertinên di belavkirina hêzan de nîşan dide.