Herêma Kurdistanê û Iraq sîstema ASYCUDAyê bi cih tînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Desteya Gumrikê ya Iraqê ragihand ku, piştî hejmareka civînan li Bexdayê, Herêma Kurdistanê bersiveka erênî ji bo yekkirina pênaseya gumrikê û bicîhanîna biryarên federal hebû, ev jî wekî pêngavekê ji bo kontrolkirina sûkê, pêşîgirtina li spîkirina pereyî û parastina nirxê diravê biyanî.
Rêveberê Giştî yê Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê Samir Qasim îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) pêşveçûneka nû di têkiliyên aborî yên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de eşkere kir û got: Herêma Kurdistanê bersivdana erênî ji bo pirsa yekkirina pênaseya gumrikê bi deriyên federalî re daye destpêkirin.
Rêveberê Giştî yê Gumrikê di daxuyaniyeka rojnamevanî de ron kir ku, pêngavên Herêma Kurdistanê ji bo pabendbûna bi Biryara Hejmar 597 û rênimayên gumrikê yên federal derbazî qonaxa bicîhanînê bûne.
Samir Qasim amaje jî da: Di dema du rojên borî de civîn û peymanên destpêkî li Bexdayê hatine lidarxistin û hevfêmkirineka kiryarkî ji bo yekkirina wê pênaseyê hatiye destpêkirin, ku ev jî pêngaveka stratejîk e ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên mayî.
Navbirî haydarî jî da ku, ew bazirganên ku li derveyî sîstema gumrik û bacê dixebitin dê zirardîtiyên sereke bin. Herwesa got: Derbazbûna nav sîstema elektronîkî ya ASYCUDAyê şertê hebûna nasnameya hawirdekirinê û nasnameya bacê heye, ji ber vê yekê êdî rê bi wan şandinên pereyî nayê dan ên ku di vê sîstemê de nehatine tomarkirin.
Rêveberê Giştî yê Gumrikê di pareka din a axaftina xwe de got ku, yekkirina pênaseya gumrikê hemî kelûpelan venagire, belkî balê dikişîne ser wan kelûpelan ên ku rêjeya hawirdekirinê ya herî bilind heye û dibin sedema derxistina dolaran.
Samir Qasim eşkere jî kir: Armanca vê pêngavê "rêkxistina hawirdekirinê, parastina yedegên dolaran, pêşîgirtina li çûna pereyî ji bo kelûpelên ku kalitiya wan nizme, herwesa dabînkirina parêzbendiyê ji bo berhemê neteweyî bi rêya siyaseteka gumrikê ya neteweyî ya zelal e.