Amerîka: Divê Hikûmeta Iraqê ya bê serbixwe be

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê ragihand ku, Amerîkayê dê hemî alavên berdest ji bo rûbirûbûna çalakiyên Îranê yên ku dibin sedema nemana tenahiyê li Iraqê bi kar bîne. Tekez jî kir ku, divê Hikûmeta Iraqê ya bê bi tevahî serbixwe be.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Tevgera Neteweyî Ebdulmuhsin Mûpsewî re civiya.

Li gorî daxuyaniyeka Balyozxaneya Amerîkayê, Harrison di wê hevdîtinê de amaje da girîngiya parastina serweriya Iraqê û xurtkirina têkiliyên aborî û siyasî yên di navbera Bexda û Waşintonê de, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên neteweyî yên gelê Iraqê bike.

Harrison herwesa ragihand: Divê Hikûmeta Iraqê tenê bala xwe bide ser berjewendiyên neteweyî û serxwebûna xwe biparêze. Tekez jî kir ku, Waşinton dê nehêle Îran çalakiyên xwe yên ji bo têkdana tenahiya deverê bidomîne.

Ji aliyekê din ve jî, Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevpeymaniya Tevgera Neteweyî belav kir ku, di wan civînê de mijarên destûrî û avakirina hikûmetê li gorî encamên hilbijartinan hatine nîqaşkirin.

Mûsewî tekez li ser pêdivîtiya bi rêzgirtina hevpar ji bo serweriya her du welatan kir û got ku, serkeftina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de pêngaveka girîng e ji bo kêmkirina girjiyan li deverê.

Ev tevgera dîplomatîk a Amerîkayê di demekê de ye ku, pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameka tund de ragihandibû ku vegera Nûrî Malikî ji bo postê serokatiya hikûmetê "xeta sor" e û divê destûr pê neyê dayîn, ji ber ku bi gotina wî Iraq di dema desthilatdariya Malikî rûbirûyî hejarî û gêleşokê bûbû.