Macron bo K24ê: Divê Kurdan di birêvebirina Hikûmeta Sûriyeyê de rol hebe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê ji Kurdistan24ê re ragihand: Divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.
Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re ragihand: Divê Kurdan di birêvebirina Hikûmeta Sûriyeyê de rol hebe.
Serokê Fransayê tekez jî kir ku, divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bê kirin.
Emanuel Macron herwesa got: Ez çend caran bi Melûm Ebdî re axivîme û me karên baş ji Rojavayê Kurdistanê re kirine û agirbesta di navbera HSD û hikûmetê de ji bo ewlehiya deverê girîng e. Kur û keçên qehreman ên Kurd li şûna me li dijî terorê şer kir.
Navbirî amaje jî da: Em piştgiriyê didin serwerî û yekîtîya Sûrîyeyê û em rewşa Sûrîyeyê ji nêz ve dişopînin. Tekez jî kir: Em dê bê guman qurbanîyên HSDê ji bîr nekin.