Hejmareka koçberên neqanûnî di Deryaya Egeyê de xeniqî

Navenda Nûçeyan (K24) - Belema hejmareka koçberên neqanûnî di Deryaya Egeyê de li Tirkiyeyê binav bû û di encamê de, sê koçber xeniqîn û çar koçberên din jî winda ne.

Zêrevanên Deryayê yên Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ragihand ku, wan di kampanyayekê de 38 koçberên neqanûnî ji xeniqînê xilas kirine, ku li peravên Foçayê bi dûratiya 30 kîlometreyan ji girava Lîsbosê ya Yewnanê, belema wan a plastîkî kun bûye û av çûye di nav de, wesa jî sê koçber xeniqîne û çarenivîsa çar kesan jî hîn ne diyar e.

Zêrevanên Deryayê yên Tirkiyeyê bê ku nasnameya wan koçberan eşkere bikin got ku, wan koçberan dixwest biçin Ewropayê lê tûşî karesatê bûn û niha jî bi hejmareka yext û helîkopteran lêgerîna li çar koçberên winda berdewam e.

Li gorî ajansa koçberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî, ji destpêka îsal ve heta îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê), nêzîkî 524 koçberan li Deryaya Spî winda bûne.

Ev jî di dmekê de ye ku, par hezar û 873 koçberên neqanûnî di rêya xwe ya ber bi welatên Ewropayê de xeniqîn an jî winda bûn.