Silêmanî: Fatûreyên %93 ê aboneyan kêmtirî 100.000 dînarî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Kehrebeya Silêmaniyê bi zimanê amaran bersiva nîqaşên li ser bihayê kehrebeyê da û ragihand, fatûreyên zêdetirî %90 ê aboneyan di asteke nizm de ye û fatûreyên pir giran jî, peywendiya wan bi malan re nîne.

Rêveberiya Giştî ya Kehrebeya Silêmaniyê amarên hûr yên bihayê fatûreyên kehrebeyê yê meha Çileya îsal belav kirin. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de da xuyandin ku tîmên wan analîz ji bo 362 hezar û 745 aboneyên li navenda Silêmaniyê û qezayên Çiwarta, Mawet, Qeredax û nahiyeya Erbetê kirine.

Li gorî amarên fermî yên di navbera 20/12/2025 heta 20/01/2026an de, hate tespîtkirin ku 93%ê tevahiya aboneyan (mal, bazirganî, mîrî, pîşesazî û çandinî), nirxê fatûreyên kehrebeya wan di navbera 1.000 dînar û 100.000 dînarî de hatiye. Ev dane nîşan didin ku barê giran ne li ser milê welatiyên asayî ye.

Fatûreyên milyonî yên kî ne?

Rêveberiya Kehrebeyê derbarê wan fatûreyên wan ji milyonek dînarî dest pê dike û heta milyar dînarî diçe, got: "Ew fatûreyên ku nirxê wan pir zêde ne, taybet in bi karxaneyên mezin ên hesin û çîmentoyê, projeyên pîşesazî yên mezin û molên (navendên bazirganî) mezin."

Rêveberiya Kehrebeya Silêmaniyê daxwaz ji welatiyan kir, ji bo her pirs an jî nerazîbûnekê, sibe şemiyê serdana Rêveberiya Dabeşkirina Kehrebeya Rojhilat a li taxa Qalawayê bikin, da ku agahiyên pêwîst werbigirin.

Herwiha rêveberiyê bang li hemû welatiyan kir ku navên xwe di sîstema KYC de qeyd bikin, da ku ji niha û pê ve bi rêya têlefonên xwe (mobayîl) bi hêsanî hay ji fatûreyên kehrebeya xwe û lêçûnên mehane hebin.