CENTCOM: Veguhestina 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê bidawî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, proseyekî berfireh ê veguhestina girtiyên DAIŞê ji girtîgehên Sûriyeyê ber bi Iraqê ve bi serkeftî bidawî bûye. Di vê operasyonê de 5 hezar û 700 çekdar hatin veguhestin.
CENTCOMê îro 13ê Sibatê di daxuyaniyekê de aşkere kir, operasyona veguhestina girtiyên DAIŞê ya ku di 21ê Çileya îsal de dest pê kiribû, temam bûye. Li gorî daxuyaniyê, bi giştî 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞê yên mêr ji girtîgehên Sûriyeyê derxistine û radestî saziyên Iraqê kirine.
Hate ragihandin ku operasyonên dawî yên veguhestinê bi şev û bi rêya firokeyên leşkerî hatine encamdan. CENTCOMê destnîşan kir ku ev rêbaz ji bo mîsogerkirina ewlehiyê û parastina jiyana girtiyan heta gihîştina wan a bo cihên parastî hatiye hilbijartin.
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di peyama xwe de spasiya berpirsên Iraqê kir ku di vê proseyê de hevkariyeke mezin nîşan dane. Cooper got: "Hêzên me çi di asman de û çi jî li ser erdê, ligel hevalbendên me yên li herêmê ev operasyon bi awayekî profesyonel bi ser xistin. Veguhestina endamên girtî yên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê pêngaveke stratejîk û giring e."
Fermandarekî din ê CENTCOMê, Kevin Lambert diyar kir, ew bi vê operasyona "kêmwêne" ya hevpeymaniyê serbilind in. Lambert tekez kir jî, serkeftina vê proseyê rê li ber serhildana nû ya DAIŞê li Sûriyeyê digire û nahêle girtîgeh careke din bibin navendên metirsiyê.
CENTCOMê di 21ê Çileya 2026an de ragihandibû ku wan dest bi veguhestina girtiyan DAIŞê kiriye, da ku pişrast bin ku ew di bin kontrolê de û li cihên ewle ne. Her çend di destpêkê de armanc veguhestina 7 hezar çekdaran bû, lê heta niha 5 hezar û 700 kes hatine veguhestin bo girtîgehên bin desthilata Iraqê.