Çalakvanên Qamişlo spasiya Serok Barzanî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo bi beşdariya nivîskar, siyasetmedar û çalakvanan meşeke mezin hat lidarxistin. Di meşê de spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê hat kirin ji bo piştgiriya wan a di rojên dijwar de.
Xelkê bajarê Qamişloyê bi bilindkirina ala Kurdistanê û wêneyên Serok Mesûd Barzanî li hev civiyan. Beşdaran bi dirûşmên "Spas Serok Mesûd Barzanî" û "Spas ji bo Herêma Kurdistanê" keyfxweşiya xwe ya ji bo piştgiriya birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê nîşan dan.
Nivîskar û çalakvan Mihemed Ebdî, ku yek ji organîzatorên vê çalakiyê ye ji Kurdistan24ê re ragihand, ev meş ji aliyê grûpeke ciwanên civaka sivîl ve hatiye amadekirin.
Herwiha Ebdê got: "Me çend peyamên giring hene. Peyama me ya yekem spasiya Serok Barzanî ye ku di pirsa Kurd de ti carî me bi tenê nahêle. Her wiha em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) dikin ku di bin hemû şert û mercên giran de alîkarî û pêdiviyên bingehîn gihandin Rojavayê Kurdistanê."
Mihemed Ebdê bal kişand ser yekîtiya neteweyî û wiha berdewam kir: "Spasiyeke me ya taybet ji bo Kurdên dîasporayê heye ku bi hesteke neteweyî ya bilind piştgiriya gelê xwe yê li Rojava kirin. Herwiha em rola Mazlûm Ebdî ya ji bo rawestandina şer bi 'hîkmet û aqilmendî' bilind dinirxînin."
Daxwazên siyasî: Sûriyeyeke nenavendî û mîsogerkirina mafan
Beşdarên meşê daxwazên xwe yên ji bo paşeroja Sûriyê jî anîn ziman. Daxwazên sereke ev bûn:
- Vegera bi rûmet a welatiyên sivîl bo ser mal û milkên wan.
- Cîbicîkirin û mîsogerkirina mafên gelê Kurd di nava destûra nû ya Sûriyeyê de.
- Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî.
Çalakvan Şemdîn Nebî di meşê de hestên xwe wiha anî ziman: "Ez ji vir heta Hewlêrê spasiya Serok Barzanî dikim. Em mafên xwe yên rewa dixwazin û em ê heta dawiyê parastina vê axê bikin."