180 radyoyên xwedî molet li Herêma Kurdistanê hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Radyo wekî yek ji kevntirîn amûrên ragihandinê, tevî derketina medyaya dîjîtal û nûjen jî, hîn giringî û bandora xwe diparêze. Îro 13ê Sibatê wekî Roja Cîhanî ya Radyoyê tê pîrozkirin.
Rêveberê Giştî yê Çap û Weşandin û Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Şêrwan Ebdulla îro 13ê Sibatê di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê ragihand, niha li Herêma Kurdistanê 180 radyoyên xwedî molet in. Ebdulla her wiha eşkere kir ku di nava vê salê de tenê radyoyeke nû moleta fermî wergirtiye.
Çima 13ê Sibatê?
Rêxistina UNESCOyê di sala 2011an de biryar da ku 13ê Sibata her salê wekî "Roja Cîhanî ya Radyoyê" were pîrozkirin. Ev roj wekî bîranîna destpêkirina weşana Radyoya Neteweyên Yekbûyî ye ku di 13ê Sibata 1946an de yekemîn car dengê xwe gihandibû cîhanê.
Dîroka radyoya Kurdî
Dîroka radyoyê di jiyana siyasî û çandî ya gelê Kurd de xwedî cihekî stratejîk e. Qonaxên herî giring ên vê dîrokê wiha ne:
- Radyoya Bexdayê (Beşa Kurdî): Di sala 1939an de dest bi weşanê kir. Ev yekemîn radyoya fermî bû ku bi zimanê Kurdî weşan dikir û bû navendek ji bo tomarkirina berhemên hunermendên mezin ên Kurd.
- Radyoya Êrîvanê: Di sala 1955an de li paytexta Ermenistanê dest bi kar kir. Ev radyo ji bo parastina folklor, ziman û muzîka Kurdî roleke dîrokî lîst û dengê dengbêjên Bakurê Kurdistanê gihand her çar parçeyên Kurdistanê.
- Radyoya Qahîreyê (Beşa Kurdî): Dîsa di sala 1955an de li Misrê hat vekirin. Vê radyoyê di naskirina doza Kurd li cîhana Erebî û qada navneteweyî de roleke siyasî ya xurt lîst.
- Radyoya Dengê Kurdistanê: Di 11ê Îlona 1961an de li devera Balekayetiyê, li ser rasparde û fermana rêberê neteweyî Mela Mistefa Barzanî dest bi weşana xwe kir û bû dengê rastîn ê şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê.