Dihok.. Evîn Hazim 30 sal in xwedî li ajalên bêxwedan derdikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê, parêzer Evîn Hazim mînakeke bêhempa ya dilovaniyê nîşan dide. Ew tevî karê xwe yê parêzeriyê, bi dehan salan e li kûçik û pisîkên birîndar û bêxwedan xwedî derdikeve. Evîn li ser kolanên bajêr ajalan ku hewceyî alîkariyê ne kom dike, wan derman dike û piştî ku baş dibin, dide kesên ku bi rastî dixwazin li wan xwedî derkevin.

Evîn Hazim behsa ezmûna xwe ya dirêj dike û dibêje: "Ji zarokatiya min ve ev hezkirin di dilê min de heye. Zêdetirî 30 salan e ez heywanên birîndar û bêxwedan ji ser kolanan kom dikim. Di civaka me de mixabin gelek heywan tên êşandin û bê xwedî ne. Ez wan tînim vê derê, dermanê wan dikim û xwarinê didim wan."

Evîn li nêzîkî Dihokê navendeke demkî ava kiriye ku tê de pisîk û kûçikên nexweş û birîndar tên parastin. Ew her roj bi otomobîla xwe ya taybet serdana vê navendê dike, dermanên pêwîst li kûçikan dixe û bi xwe çavdêriya tenduristiya wan dike.

Evîn Hazim daxwaz dike ku ev karê wê bibe projeyekî fermî û hikûmî. Wê pêşniyarek daye parêzgeh û şaredariya Dihokê da ku li derveyî bajêr herêmeke parastî ji bo heywanan bê ava kirin. 

Evîn dibêje: "Armanca me ew e ku em herêmekê ji bo van heywanan ava bikin daku ew di hundirê bajêr de nebin sedema aciziyê û li vir bi awayekî tendurist û parastî bijîn. Divê em perwerdeya dilovaniyê bidin zarokên xwe daku hînî parastina her candarekî bibin."

Evîn Hazim bi vê xebata xwe ya dilxwazî bûye cihê balê û ji aliyê xelkê herêmê ve wekî "parêzera heywanan" tê naskirin.