YE: Em ji Hewlêr û Bexdayê dixwazin duberekiyan bi diyalogê çare bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji nêzîk ve çavdêriya rûdanên Îraqê dike, û daxwazê ji aliyan dike ku her duberekiyekê bi rêya diyaloga avaker çareser bikin.

Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê Paula Pinho îro În, 27ê Mijdara 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji nêzîk ve çavdêriya rûdanên Îraqê dike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê pal dide ku her duberekiyekê bi rêya diyaloga avaker çareser bikin.

Ev helwesta Yekîtiya Ewropayê piştî zêdebûna aloziyên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê, ku di encama biryarên Hikûmeta Federalî ya Îraqê yên li ser zeviyên petrolê, deriyên sînorî û rawestandina demkî ya pişka berhemên petrolê yên zevî û kompaniyên Herêma Kurdistanê, herwisa biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya li ser sînorê desthilata Herêma Kurdistanê û belavkirina hêzên federalî li sînoran de, derketine holê.

Di karvedana wan pêngavan de, Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û her du partiyên serî yên Herêma Kurdistanê (Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryarên yekalî û zimanê leşkerî red kir û daxwaza pabendbûna bi destûrê kir.

Herwisa bi hezaran welatî, xwendekar û mamostayan duhî Pêncşem, 26ê Mijdara 2026an, li ber Kelha Hewlêrê xwenîşandaneke berfireh ji bo piştgirîkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Li aliyekî din jî, her çar serokatiyên Îraqê pêr Çarşem, 25ê Mijdarê li Koçka Bexdayê pêşniyareke Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan ji bo lidarxistina diyalogeka niştimanî di 1ê Berçileya 2026ê de pejirand, ji bo çareserkirina qeyrana destûrî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de.