Piştî 40 salan: Diyarbekir ji lîsteya "herêmên metrsîdar" hate derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Diyarbekirê piştî 40 salan di asta navdewletî de ji statûya "herêma bi rîsk" derket. Êdî kompanyayên sîgortayê yên Ewropî bîmeya geştê ji bo geştiyarên ku serdana bajêr dikin, dabîn dikin.
Serokê Komeleya Geştiyarî û Geşepêdana Diyarbekirê Edîp Paçal aşkere kir, bajarê Diyarbekirê êdî ji statûya herêma bi rîsk ango bi navê wê yê di sektorê de wek (Xala Sor) tê naskirin, derketiye. Ev guhertin ji bo geştiyariya herêmê wekî werçerxaneke dîrokî tê dîtin.
Edîp Paçal bal kişand ser wê yekê ku berê gelek ajansên geştiyariyê yên li Ewropayê ji ber statûya "herêma metrsîdar", nedikariyan bîmeya geştê ji bo geştiyaran çêbikin.
Paçal ev astengî bi mînakekê rave kir: "Wek mînak, geştiyarên ku ji Almanyayê dihatin Tirkiyeyê, dema ku dixwestin Diyarbekirê jî bixin nav bernameya xwe, ajansan ji wan re digot 'bîme vê derê li xwe nagire'. Lewma geştiyaran dev ji hatina Diyarbekirê berdida. Lê piştî 40 salan ev astengî ji holê rabû û êdî sîgortaya geştê ji bo Amedê tê kirin."
Li gorî serokê komeleyê, rakirina vê qedexeyê bi du faktorên sereke ve girêdayî ye. Yek jê, hewildanên ji bo Pêvajoya Çareseriyê û aramiya li herêmê ye; ya din jî, kovara navdar a Amerîkî TIME e ku Diyarbekir di lîsteya "100 herêmên herî bedew ên cîhanê" de wekî rawestgeheke girîng nîşan da.
Armanc: Di sala 2026’an de 2 mîlyon geştiyar
Geşepêdana geştiyariyê ya li bajêr di amarên fermî yên Parêzgariyê de jî bi awayekî zelal tê dîtin:
- Di sala 2024’an de: 1.2 mîlyon geştiyar.
- Di sala 2025’an de: 1.6 mîlyon geştiyar.
- Armanca sala 2026’an: Gihîştina 2 mîlyon geştiyarî.
Edîp Paçal destnîşan kir ku sektora Diyarbekirê ya geştiyariyê gelekî dewlemend e, lê ji bo pêşwazîkirina 2 mîlyon kesan divê hinek gavên nû werin avêtin. Paçal bang kir, hejmara otêlan li bajêr were zêdekirin û saziyên dewletê ligel rêxistinên civakî bi hevahengiyeke tam giranî bidin karên danasîn û hostetiya geştiyaran.