Amedsporê girêbesta rahênerê xwe Sînan Kaloglu hilweşand

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê rêveberiya Amedsporê ve hat ragihandin, dawî li karê rahêner Sînan Kaloglû hatiye anîn.

Piştî yariya duh 15ê Sibatê ya ku di navbera Amedspor-Skarayasporê de bi ecncama (1-1) bidawî bûbû, Rêveberiya Amedsporê biryar da ku dawî li karê rahêner Sînan Kaloglû bîne. Rêveberiya Amedsporê di daxuyaniya ji raya giştî re de spasiya ked û xebatên Sînan Kaloglu kir.

Beriya yariya Amedspor-Skaryasporê, Amedspor di Lîga yekem a Trendyolê de di rêza yekem de bû û piştî ku bi rikeberê xwe re di yariya xwe de wekhev ma, Amedsporê rêza yekem ji dest da û daket rêza sêyem. 

Li ser vê yekê jî alîgirên Amedsporê bertekek tund nîşan dan û heta alozî di navbera Sînan Kaloglû û Amedsporê de derket. Li ser vê yekê jî Rêveberiya Amedsporê biryar da ku dawî li karê Sînan Kaloglu bîne.

Sînan  Kaloglû di 9ê cotmeha 2025ê wek rahênerê Amedporê dest bi kar kiribû.