Li Şamê "Rêziknameya Exlaqî û Pîşeyî" ji bo xebatkarên medyayê hat ragihandin
Şam (K24) – Bi serpereştiya Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê û bi beşdariya gelek rojnamevan û pisporên medyayê, li bajarê Şamê "Rêziknameya Riftara Pîşeyî û Exlaqî" ji bo sektora ragihandinê hat eşkere kirin. Armanca vê rêziknameyê rêgirtina li pêşiya gotara kîn û nefretê û bilindkirina asta pîşeyî ya medyayê ye.
Lidarxistina vê çalakiyê bi amadebûna Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê, Serokê Yekîtiya Rojnamevanan û hejmareke mezin a rêveberên dezgehên medyayî û akademîsyenan bi rêve çû. Ev rêzikname wekî çarçoveyeke nû ya xebata rojnamevaniyê tê dîtin ku bi geşedanên serdemê û pîvanên navdewletî re li hev guncayî ye.
Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser wê yekê ku di salên dawî de, ji ber rewşa ne aram a Sûriyeyê, di nava medyayê de "gotara kînê" û "tayifegerî" zêde bûye. Ev rêziknameya nû armanc dike ku sînoran ji bo van reftarên ne pîşeyî deyne û xebata medyayê bixe bin sîwana berpirsiyariya civakî û hiquqî.
Rêveberê Karûbarên Pîşeyî di Yekîtiya Rojnamevanan de Mehmûd Ebû Ras ji Kurdistan24ê re got: "Ev rêziknameya reftarê ku bi serpereştiya Wezareta Ragihandinê hatiye amadekirin, ji bo rojnamevanan xaleke gelekî girîng e. Bi taybetî di vê rewşa niha ya Sûriyeyê de ku gotara kerb û kînê û tayifegeriyê lê zêde bûye û di salên borî de gelek reftarên ne dirust hatine kirin, ev gav pêdiviyeke mezin bû. Ev rêzikname dê hemû reftaran kontrol bike û hemû aliyan pabendî rêzgirtina li mafên mirovan û parastina tevnê civakî yê Sûriyeyê bike."
Wîam Bedirxan ku yek ji amadekarên komîteya darêştina rêziknameyê ye ji Kurdistan24ê re got: "Di nava deh salên borî de, me dît ku gelek kesan di warê medyayê de dest bi kar kirin, bêyî ku xwedî bingehekî pîşeyî an jî ezmûneke têrker bin. Lewma hewcedariya me bi yasa û pîvanên taybet hebû da ku karê rojnamevaniyê were birêxistin kirin. Danîna rêvebirnameyeke bi vî rengî dê pîvanan zelal bike û astengiyan ji holê rake."
Rojnamevanên ku di çalakiyê de axivîn, destnîşan kirin ku ev gava wezaretê ji bo parastina mafên mirovan û xurtkirina tevnê civakî yê Sûriyeyê gelekî girîng e. Herwiha hat diyarkirin ku bi vê gavê re, dê sînorên di navbera "azadiya raderbirînê" û "berpirsiyariya yasayî" de zelaltir bibin.
Serokê Encûmena Rêveberiya Belgenameya Rûmetê a Rojnamevanên Sûriyeyê Ekrem El-Ehmed jî got: "Tîmeke ji rojnamevan û pisporan ev pênc meh in li ser darêştina vê rêvebirnameyê dixebitin. Ev belge ji bo karê medyayê mîna bingehekî girîng e û li gorî pîvanên cîhanî hatiye amadekirin. Bi taybetî ji bo rewşa niha ya Sûriyeyê gelekî pêwîst bû, ji ber ku gotara kerb û kînê û nûçeyên sexte gelekî belav bûne. Derketina vê rêziknameyê rê li ber van pirsgirêkan digire û di heman demê de maf û azadiyên mirovan diparêze."
Taybetmendiyeke din a vê rêziknameyê ew e ku bi sê zimanan; Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatiye darêştin. Ev yek nîşan dide ku proje dixwaze bigihîje hemû pêkhateyên Sûriyeyê û peyama xwe di asta navdewletî de jî bide nasîn.
Di çarçoveya merasîmê de, rûniştineke taybet a gotûbêjê hat lidarxistin. Di rûniştinê de li ser bendên rêziknameyê, parastina mafên rojnamevanan, babetîbûn û dûrketina ji nûçeyên sexte nîqaşên berfireh hatin kirin.
Pisporên medyayê diyar dikin ku ev "destûra exlaqî" dê bibe bingehek ji bo nûkirina saziyên medyayê li Sûriyeyê û dê rê bide ku rojnamevan di hawîrdoreke ewletir û pîşeyî de kar bikin.