Li Çiyayê Korek 5. Festîvala Berfê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çiyayê Korekê yê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, 5. Festîvala Berfê bi beşdariya gelek geştyar û werzişvanan hat lidarxistin. Di festîvalê de çalakiyên werzişî yên zivistanê û dîmenên rengîn derketin pêş.

Çiyayê Korek ku wekî yek ji navendên herî girîng ên geştyariya zivistanê li Herêma Kurdistanê tê dîtin, mêvandariya 5. Festîvala Berfê kir. Di festîvalê de werzişvanên xuliskana ser berfê û paraşûtvanan bi şowên xwe bal kişandin. Herwiha bi dehan geştyarên navxweyî û biyanî ji bo dîtina van dîmenan berê xwe dan lûtkeya çiyê.

Rêveberê Geştyariya Soranê Feysel Sadiq derbarê festîvalê de diyar kir, ev çalakî beşek e ji stratejiya wan a ji bo naskirina Kurdistanê di asta cîhanî de. Sadiq got: "Ev pêncemîn festîval e ku em li dar dixin. Armanca me ya sereke ew e ku em geştyariya zivistanê li herêmê geş bikin û her ku diçe hejmareke zêdetir a geştyaran bikişînin Herêma Kurdistanê."

Werzişvan û rahênerê xuliskana ser berfê yê naskirî Salar Çomanî, bal kişand ser girîngiya van çalakiyan ji bo pêşxistina behreyên ciwanan. Çomanî destnîşan kir, ev cure festîval dibin sedem ku werzişvanên Kurd xwe di asta navdewletî de nîşan bidin û amadekariyê ji bo pêşbirkên cîhanî bikin.

Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê heta niha 12 festîvalên berfê hatine lidarxistin. Bi piştgirî û girîngîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sektora geştiyariyê, sal bi sal hejmara geştyaran zêde dibe û Çiyayê Korek dibe navenda werzişên zivistanê.