Mezlûm Ebdî: Lêborîneke giştî ji bo girtiyan derdikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, ew ê "lêborîneke giştî" ji bo girtiyan derxin. Ebdî herwiha diyar kir, ew kesên di şerên dawî de hatine girtin jî dê werin azadkirin.

Mezlûm Ebdî di civîneke cemawerî ya berfireh de li bajarê Hesekê, peyameke dilniyayî û bi hêvî da xelkê herêmê. Herwiha tekez kir ku qonaxa şer bi dawî bûye û niha dema çespandina aramî û pêkvejiyanê ye.

Ebdî di civîna bi dirûşma "Bi hev re ji bo parastina civaka xwe" de diyar kir, rêkeftina 29ê Çileyê wekî nexşerêyekê ketiye warê cibicîkirinê. Herwiha mizgînî da ku li ser rêxistinkirina HSDê di bin sîwana Wezareta Bervaniyê de, lihevkirin hatiye kirin; bi vî rengî dê parastina hemû şervan û fermandarên xwedî ezmûn ên ku axa xwe parastine, were kirin.

Derbarê dosyaya ewlehiyê de, Ebdî dilniyayî da ku pêkhateyên ewlehiyê û hêzên Asayîşê wekî xwe dimînin û di bin sîwana "Wezareta Navxwe" de erkên xwe yên parastina aramiya bajaran berdewam dikin. Herwiha destnîşan kir, proseya têkelkirina saziyan dest pê kiriye; karmend û berpirsên niha dê di cihên xwe de bimînin û bibin beşek ji heykeliya nû ya îdarî.

Fermandarê Giştî yê HSDê eşkere kir, li bajarê Munihê civîneke erênî û berfireh ligel Wezîrê Derve û Berpirsê Îstîxbarata Sûriyeyê pêk aniye. Di civînê de her du alî li ser lezkirina gavan ji bo yekbûn û avakirina baweriyê li hev kirine; ev prose di bin çavdêrî û piştgiriya navdewletî de ye da ku cîbicîkirina rêkeftinê were garantîkirin.

Xaleke din a girîng a axaftina wî, parastina taybetmendiya herêmên Kurdî bû. Mezlûm Ebdî zelal kir ku li gorî rêkeftinan, herêmên Kurdî dê ji aliyê kurên herêmê ve werin birêvebirin û mafên wan ên çandî û îdarî parastî ne. Ev yek dê di çarçoveya sîstemeke hevpar de be ku mafên hemû pêkhateyên din ên wekî Ereb, Suryan û yên din jî diparêze.

Di dawiyê de Mezlûm Ebdî bang li her kesî kir ku li dijî gotara kînê û fitneyê derkevin. Herwiha dilniyayî da ku paşeroja herêmê ber bi avakirin û aramiya hertimî ve diçe û ew rê nadin ti hewildanên ku aştiya civakî têk dibin.