Amerîka 50 firokeyên şer şandin Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Axios" a Amerîkî aşkere kir, rêveberiya Serok Donald Trump di nava 24 saetên borî de, 50 firokeyên şer ên pêşkeftî şandine Rojhilata Navîn. Ev wekî amadekariyek li dijî her senaryoyên girêdayî Îranê tê dîtin.

Li gorî Axiosê, frokeyên ku ji aliyê Washingtonê ve hatine şandin ji cureyên F-16, F-22 û F-35 ne. Pisporên leşkerî balê dikşînin ser wê yekê ku şandina hejmareke wisa zêde ya firokeyên şer di carekê de ji bo herêmeke diyarkirî, wekî "bûyereke kêmwêne" tê hejmartin.

Malpera Amerîkî destnîşan kir, şandina vê hêza mezin a asmanî, beşek e ji stratejiya Washingtonê ya ji bo rûbirûbûna her senaryoyeke gengaz a derbarê Îranê de. Amerîkayê beriya vê gavê, du keştiyên firokehilgir jî şandibûn herêmê, ku ev yek nîşana zêdebûna amadebaşiya leşkerî ya Amerîkayê ye.

Ev tevgera leşkerî ya berfireh piştî wê tê ku duh 17ê Sibatê li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê gereke nû ya danûstandinên navokî di navbera Amerîka û Îranê de hat pêkanîn. Tevî vê amadebaşiya leşkerî jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî civîna li Cenêvê wekî "erênî" binav kir.