Muzîkjen Recep Çelîk bi gurçika hevjîna xwe vegeriya jiyanê

Diyarbekir (K24) – Muzîkjen Recep Çelîkê ku bi salan e nexweşiya gurçikan bi wî re hebû bi gurçika hevjîna xwe ji nû ve hat jiyanê. Recep Çelîk niha li Nexweşxaneya Zankoya Dîcle tê dermankirin û tevî hemu nexweşî û astengiyan dîsa jî dev ji stranên kurdî bernade, hevjîna wî jî dibêje ji bo ku hevjînê wê bijî ew amade ye hemu fêdakariyan bike.

Recep Çelîk, 57 salî ye, li Wanê dijî û 45 sal in muzîkjeniyê dike, 10 sal berê nexweşiya gurçikan lê peyda bûye û 3 meh in jî jiyana xwe bi maşîneya diyalîzê didomîne û di demên dawîn de jî bijişkê wî jê re gotiye êdî maşîneya diyalîzê jî têra gurçikên wî nake û divê bi awayeke lezgîn gurçikek bo wî were dîtin nexwe jiyana wî dikeve bin metirsiyeke ciddî. wê demê jî hevjîna wî dibêje ew ê gurçikeke xwe bidiyê lê Recep Çelîk dibêje ew dil nade ku gurçika hevjîna xwe bistîne lê hevjîna wî bêyî wî bi nexweşxaneyê re peymanek îmze dike û li Nexweşxaneya Zankoya Dîcle gurçikek wê jê dikin û neqlê Recep Çelîk dikin.

Nexweş, Muzîkjen Recep Çelîk ji K24ê re got: “Profesor ji min re got divê demildest gurçikek were dîtin û bo vê yekê jî divê tu herî nexweşxaneya zankoya dîcle, hevjîna min got ezê min dil neda ez gurçika wê bistînim. Ez ditirsiyam jî lê bijişkan j imin re gotin operasyonek hêsan e, derbas bû.”

Hevjîna Recep Çelîk jî dibêje ew 21 sal in zewicî ne û bavê zarokên wê ye û xwestiye ku Recep Çelîk daweta zarokên xwe bibîne û di daweta wan de jî stranan bibêje.

Nûran Çelîk, hevjîna Recep Çelîk dibêje: “Pêşî got na lê min got ezê gurçikê xwe bidim te , bavê zarokên min e, min xwest daweta zarokên xwe bibîne.”

Proseya dermankirina Recep Çelîk de rojên giran derbas bûne û operasyon bi serkeftî encam daye û niha bi hevkariya tendirustkaran jî Recep Çelîk muzîkê wek rêbazek dermankirinê ji xwe bi kar tîne.

Muzîkjen Recep Çelîk dibêje: “45 sal in muzîkjeniyê dikim, muzîk parçeyek jiyana min e, ji bilî muzîkê pîşeyek min nîne, ev ji destê min tê, bêjin min neke jî ezê bikim,”

Recep Çelîk 45 sal in muzîkjeniyê dikeû muzîk bûye wek parçeyek jiyana wî û niha amadekariyan dike ku piştî vegere Wanê ewê derbarê jiyana xwe de albûmek a muzîkê amade bike.