Serok Barzanî: Yekîtiya Qutabiyan û Lawan dibistana pêgehandina xebatkeran bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de, rola dîrokî ya van her du rêxistinan di xebata rizgariya Kurdistanê de bilind nirxand.
Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibatê bi daxuyaniyekê pîrozbahî li sekreter û endamên sekreteriya her du rêxistinan û hemû xwendekar û lawên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka xebata van rêxistinan û got: "Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawan di Şoreşa Îlonê, Gulanê, Raperînê û hemû qonaxên din de, bûne cihê perwerdekirina xebatker, welatparêz û kadroyên jêhatî. Herwiha wan rola xwe di piştgirîkirina Pêşmerge û xebata tevgera rizgariya Kurdistanê de bi şayesteyî lîstine û qurbanî dane."
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: "Erkê rêxistinên qutabî û lawan e ku di her şert û mercî de pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetiyê bin. Divê bi rêya belavkirina hişyariya nîştimanî û bawerbixwebûna neteweyî di nav civakê de, xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê bikin."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de careke din hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo ciwan û xwendekaran xwast.