Malbateke Kobanî li parêzgeha Humisê hat revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Malbateke Kurd a ji gundewarê Kobanê, ku ji ber êrîşên dawî reviyabûn, li bajarê Tilkelex ê parêzgeha Humsê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin û ji bo berdana wan daxwaza fîdyeyê dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, piştî êrîşên artêşa Sûriyeyê li ser herêma Kobanê û vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji hinek xalên li ser rêya navdewletî ya M4, welatiyê bi navê Ebdullah Hebeş tevî hevjîn û çar zarokên xwe neçar man ji gundê Ewînî (navçeya Şêxên Jêrîn) birevin.
Da zanîn jî, malbatê ji bo parastina jiyana xwe berê xwe da bajarê Helebê û ji wir jî xwast bi rêyên neyasayî û bi alîkariya qaçaxçiyekî derbasî Libnanê bibin da ku lê bicih bibin. Lê belê, qaçaxçî li şûna ku wan bibe Libnanê, malbat li bajarê Tilkelexê radestî komeke çekdar kir.
Komên çekdar têkilî bi malbata Ebdullah Hebeş re danîne û ji bo berdana wan daxwaza 35 hezar dolarên Amerîkî dikin. Ji bo ku zextê li malbatê bikin, çekdaran vîdyo û wêneyên eşkencekirina malbatê û bi taybetî lêdana zarokan ji wan re şandine. Herwiha hat diyarkirin ku hinek dîmenên li dijî exlaq û rûmeta mirovahiyê jî ji bo malbatê hatine şandin, da ku wan neçarî dayîna pereyan bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bang li rêxistinên navdewletî û saziyên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin û zextê li rayedarên Sûriyeyê were kirin ji bo azadkirina malbatê û tawanbar li ber dadgehê werin darizandin.