Li Diyarbekirê kampanyaya nivîsandin û axaftina bi zimanê kurdî dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya amadekariyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li bazara bajêr kampanyayeke berfireh a nivîsandin û axaftina bi kurdî da destpêkirin.
Ev kampanya beşek e ji zincîre-çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de, li dikan û navendên bazirganiyê yên li navenda Diyarbekirê, tabelayên nirxên kelûpelan ên bi kurdî li ser dikandaran hatin dabeşkirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak, tevî Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, di çarçoveya çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de serdana bazara taxê ya li ser Kolana Aram Tîgran kir û etîketên ku navên meywe û sewzeyan bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) li ser in, li esnafan belav kirin.
Hevşaredaran bi esnaf û welatiyan re sohbet kir û bal kişandin ser parastina zimanê dayikê û destnîşan kir ku 21’ê Sibatê ne tenê rojeke sembolîk e. Di dema serdanê de welatiyan piştgirî dan xebata etîketên pirzimanî û wan diyar kir ku divê zimanê dayikê bê parastin.
Herwiha ji bo deriyên dikanan jî tabelayên bi kurdî hatin amadekirin ku li ser wan peyvên wekî "Vekirî", "Girtî" û "Bi xêr hatî" nivîsandî ne. Ev gav ji bo wê yekê hatiye avêtin ku zimanê kurdî di jiyana rojane ya bazirganiyê de bibe zimanekî berçav û xurt.
Berpirsên şaredariyê û çalakvanên sivîl destnîşan kirin ku çalakiyên wan ên ji bo girîngîdana bi zimanê kurdî dê berdewam bikin. Armanca sereke ya vê kampanyayê ew e ku welatî xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û di her qada jiyanê de bi kurdî biaxivin û danûstandinê bikin.