Cejna Xidir Îlyas a Êzidiyan: Roja lêborîn, yekitî û bîranîna qenciyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Civaka Êzidî li herêmên cuda yên Kurdistanê, bi taybetî li gundê Xatara, bi merasîm û ayînên taybet "Cejna Xidir Îlyas" pîroz kirin. Di vê cejnê de ku wekî 'Cejna Mirazan' tê naskirin, hêviya herî mezin a Êzidiyan vegera bi rûmet a bo Şingalê bû.

Li gundê Xatara ku yek ji gundên herî dêrîn ên Êzidiyan e, amadekariyên cejnê li aşekî dîrokî yê 157 salî dest pê kirin. Bi sedan welatî li ber vî aşî kom bûn, da ku dexl û danê cejnê bihêrin û amadekariya xwarinên taybet bikin.

Rîtuela 'Pêxwîn' û 7 cureyên çandiniyê

Yek ji hîmên herî girîng ên Cejna Xidir Îlyas, amadekirina "Pêxwîn" û "Çerxûs" e. Welatiyan 7 cureyên cuda yên berhemên çandiniyê (wek genim, ceh, nîsk, nok, kuncî û hwd.) anîn aş û piştî qelandin û hêrandinê, wekî sembola xêr û bereketê li malbat û cîranên xwe dabeş kirin.

Niştecîhên herêmê diyar dikin, ev kevneşopî ji bav û kalan ji wan re maye û her sal bi heman coşê tê nûkirin. Xwediyê Aş Muştqa Silêman got: "Ev aşê me zêdetirî 150 salî ye û her sal di vê cejnê de, dibe navenda komkirina xelkê. Em pêxwîna xwe amade dikin ku nîşana pîroziyê û bereketa salê ye."

Rojiya Xidir Îlyas û Cejna Biratiyê

Berî cejnê, Êzidî sê rojan (Sêşem, Çarşem û Pêncşem) rojî digirin, roja Îniyê jî dibe roja cejnê ku tê de serdana mezar û cihên pîroz dikin. Êzidî bawer dikin ku Xidir Îlyas "Mirazbexş" e û her kesê ku bi dilê xwe yê pak rojî girtibe û dûa kiribe, dê bigihîje mirazê xwe.

Hêviyên Şingaliyan: Vegera bo ser axa bav û kalan

Di pîrozbahiyên îsal de, bîranîna Şingalê û rewşa awareyan di serê rojevê de bû. Bi hezaran Şingaliyên ku hîn jî di kampan de dijîn, di vê cejnê de tenê mirazekî wan heye; ew jî vegera bo Şingalê ye.

Koçberên Şingalî yên ku li gundê Xatara û kampên derdorê dijîn, bang dikin ku şert û mercên aram û ewle li Şingalê werin avakirin, da ku ew karibin sala bê cejna xwe li ser axa xwe û li nava malên xwe pîroz bikin.

Ev cejn her sal dikeve pêncşema yekem a meha Sibatê (li gorî salnameya Rojhilatî) û pênc rojan berdewam dike. Di vê cejnê de Êzidî qurbanan serjê nakin, ji ber ku li gorî baweriya wan ev dem werzê zêdebûn û zayîna ajelan e. Di heman demê de, ev roj wekî cejna yekitiyê û lêborînê tê qebûlkirin.