Hevpeymaniya Ezimê: Me bawerî bi fikra herêmeka Sunî nîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hevpeymaniya Ezimê Elî Metyûtî ragihand ku, hevpeymaniya wan bawerî bi fikra çêkirina herêmeka Sunî nîne.
Berdevkê Hevpeymaniya Ezimê Elî Metyûtî îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) ragihand: Em piştgiriyê didin aliyên siyasî ku serokwezîrekê bihêz û bibiryar hilbijêrin, bi merema avakirina hikûmeta bê.
Elî Metyûtî herwesa got: Em bizavê nakin ku pêkhateya Sunî ji bo derebegatiyê biguherînin, ji ber ku ev pêkhate ji hemî navan mezintir e. Amaje jî da ku, hevpeymaniya wan bawerî bi fikra herêmeka Sunî nîne û armanca wan avakirina dewleteka bihêz e.