Li Zaxoyê du sûkên taybet ji bo meha Remezanê hatine vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê bernameyeka taybet ji bo meha Remezanê amade kiriye û du sûkên taybet vekirine.
Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re got: Di meha Remezanê de du sûk bi daşkandineka taybet hatine vekirin, herwesa ji bo hejmareka ciwanan derfetên kar peyda bûne.
Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê herwesa got: Di dema kabîneya nehê de xêr û bereket bi ser vî bajarî de hatine, ev jî bi bizavên rasterast ên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.
Guhdar Şêco ron jî kir: Me ji bo meha Remezanê bernameyeka taybet heye, wekî salên borî. 30 firneyên nan dê belaş nan bidin hejaran, herwesa piraniya klînîkên bijîşkî yên Zaxoyê jî ji bo nexweşan daşkandin kiriye.
Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê eşkere jî kir: Komîte serdana wan tax û cihan dikin ên ku malên hejar û destkurtan lê ne.
Welatiyekî jî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got: Zaxo di gelek aliyan de pêş ketiye. Herwesa got: Em di şevên Remezanê de serdana vê sûkê dikin û em bîranînên xwe bi dost û hevalên xwe re parve dikin.