Li Herêma Kurdistanê çarçoveya peredana dîjîtalî tê berfirehkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî tevlîbûna Banka Îslamî ya Iraqê (IIB) di projeya E-Psûleyê de ragihand, ev jî derfetek e ji bo welatiyan ku bi rêya vê bankê pereyê elektrîkê bidin û feydeyî ji daşkandinên taybet werbigirin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya berfirehkirina jêrxaneya peredana dîjîtalî de tevlîbûna Banka Îslamî ya Iraqê (IIB) di projeya neteweyî ya E-Psûleyê de ragihand. Bi vî rengî jî banka navbirî dibe hevpara heftê ya stratejîk di vê sektorê de, piştî her yek ji AsiaPay, FastPay, FIB, NassWallet, ZainCash û Banka Cihanê.

Li gorî ragihandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bikarînerên Banka Îslamî ya Iraqê (IIB) êdî dikarin bi rêya bernameya mobîlê û portala elektronîkî ya bankê bigihîjin platforma E-Psûleyê û karûbarên xwe yên darayî bi rê ve bibin. Armanca vê pêngavê jî ew e ku zêdetir hêsankariyan ji bo welatiyan bike û bidestxistina xizmetkariyên dîjîtalî berfirehtir bike.

Di pareka din a wê ragihandinê de, behsa wê pêşniyara taybet hatiye kirin a ku hikûmetê wekî piştgirî ji bo welatiyan ragihandiye. Li gorî wê biryarê, heta 12ê Adara 2026ê, her hevparekê elektrîkê (mal) ku bi rêya platforma "E-Psûleyê" û wan bank û cizdankên elektronîkî yên ku tevlî vê projeyê bûne, bereyê elektrîkê an deynên elektrîkê yên kevin bide, dê 20% ya wî pereyî li ser Psûleya elektrîkê ya mehên bê bê kêmkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 10ê Sibata 2026ê bi rengekê fermî platforma E-Psûleyê ragihand.

Ev platform yekane deriyê fermî yê peredana dîjîtalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji hêla Banka Navendî ya Iraqê ve hatiye destûrdan û pejirandin, ku armanc jê nehêlana rûtînê û herwesa şefafiyeta di komkirina dahatan û hêsankariyên ji bo welatiyan de ye.