Tîma E-Psûleyê: Hejmara bikarînerên projeyê ji 100 hezar kesan derbaz bû
Tenê di 9 rojan de; Baweriya welatiyan bi projeya E-Psûleyê hejmareka pîvankî tomar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya pêvajoya dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî û berfirehkirina baweriya welatiyan bi teknolojiya darayî de, tîma birêvebirina projeya 'E-Psûleyê' eşkere kir ku hejmara wan welatiyên ku ji bo dayîna pereyê elektrîkê xwe dispêrin vê sîstemê ji 100 hezar kesan derbaz bûye.
Tîma birêvebirina projeya 'E-Psûleyê' îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de datayên têkildarî asta bikaranînê û hejmara tevlîbûyîyên wê sîstemê belav kir, ku nîşana guhertineka bingehîn di ku çanda peredanê de li Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî wê daxuyaniyê, niha zêdetir ji 100 hezar welatiyan bi rengekê çalak û berdewam portal û sîstema E-Psûleyê ji bo dayîna pere û deynên elektrîkê bi kar tînin. Ev hejmar jî nîşaneka eşkere ye ji bo serkeftina jêrxaneya dîjîtal a hikûmetê û çêbûna baweriyê di navbera welatiyan û sîstemên elektronîkî de.
Tîma birêvebirinê ya wê projeyê ron jî kir ku, ev pêvajo bi rêya toreka darayî ya berfireh tê birêvebirin, ku ji heft bank û cizdanên elektronîkî pêk tê. Hemî wan dezgehên darayî destûr heye û ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve îtîraf pê hatiye kirin. Ev jî garantiyeka qanûnî û darayî ya temam dide bikarîneran ji bo parastina maf û pereyên wan.
Ev proje parek ji stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina rûtînê, nehêlana bikaranîna pereyên kaş û peydakirina hêsankariyan ji bo welatiyan e, da ku bikarin di her dem û cihekî de erkên xwe yên darayî bi çend klîkan bi cih bînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 10ê Sibata 2026ê bi rengekê fermî platforma E-Psûleyê ragihand.
Ev platform yekane deriyê fermî yê peredana dîjîtalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji hêla Banka Navendî ya Iraqê ve hatiye destûrdan û pejirandin, ku armanc jê nehêlana rûtînê û herwesa şefafiyeta di komkirina dahatan û hêsankariyên ji bo welatiyan de ye.