Îsraîlê êrîş kir ser Libnanê; kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Libnanî ragihand ku, di encama hejmareka êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser devera Behlebekê li rojhilatê Libnanê de, duhî êvarê (În, 20ê Sibata 2026ê) heşt kes hatin kuştin û zêdetir ji 30 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî raportên nûçeyan, di nav kuştiyan de çar fermandarên meydanî yên navdar ên Hizbulahê hene, ew jî ev in; Serokê Devera Bêkayê ya Hizbulahê Huseyn Munîr, parlamenterê berê yê Hizbulahê Huseyn Yaxî kurê Mihemed Yaxî, Mihemed Îbrahîm Mûsewî û Elî Zeyd Mûsewî.
Mihemed Îbrahîm Mûsewî û Elî Zeyd Mûsewî di dema wê êrîşê de li nav apartmanekê li bajarkê Elî Nehriyê bi Huseyn Yaxî re bûn. Herwesa behsa fermandarekê din jî yê payebilind tê kuştin, lê hîn nehatiye piştrastkirin ka ew ji Hizbulahê an jî ji artêşa Pasdarên Îranê ye.
Ji ber ku wan êrîşan devereka xwecihbûnê kiriye armanc, zirareka mezin gihîştiye avahiyan. Çavkaniyên meydanî ditirsin ku, hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Di vê çarçoveyê de, Nexweşxaneya Riyakê li wê deverê bangeka lezgîn belav kir û ji welatiyan xwest ku, bi hemî rengên xwînê serdana wan bikin da ku birîndaran rizgar bikin.
Tîmên berevaniya şaristanî û rizgarkirinê niha li cihên wan bûyeran bermahiyên avahiyên hilweşiyayî radikin û li kesên winda digerin. Ev jî di demekê de ye ku, êrîşên asmanî û firîna balafirên şer ên Îsraîlê li ser Geliyê Bêkayê û deverên derdora wê bi giranî berdewam in.
Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyekê de ew êrîş piştrast kirin û amaje ku, ew cihên ku hatine armanckirin bingehên fermandariya Hizbulahê li Behlebekê bûn. Îsraîl dibêje ku, ew navend "ji bo plandanan û bicihanîna operasyonên leşkerî li dijî Îsraîlê" hatine bikaranîn.