Petrola Bakur ronkirinek li ser şewata li Westgeha Baciwanê ya Gazê da
Navenda Nûçeyan (K24) - Şirketa Petrola Bakurê ragihand; Tîmên endezyariyê û berevaniya sivîl kariye agirekî li westgeheka gazê li devera Baciwanê kontrol bikin, herwesa piştrast kir ku tu zirarên canî jê çê nebûne.
Li gorî daxuyaniyeka pişka medyayê û têkiliyên hikûmî yên wê şirketê, saet 3:20 ê serê sibeha îro (Şemî, 21ê Sibata 2026ê) ji ber têkçûneka teknîkî di sîstema pîverên westgeha (AB2) de li devera Baciwanê, gaz derketiye û bûye sedema şewatê bi rex wê westgehê ve.
Şirketa Petrola Bakurê amaje jî da ku, planên pejirandî yên rizgarkirinê tavilê hatin bicîhanîn û çavkaniyên gazê hatin cudakirin. Tîmên ewlehî û agirvemirandinê di demeka pîvankî de karîn saet 5:00 ê sibehê wî agirî bi tevahî vemirînin, bêyî ku tu birîndar û zirarên canî jê çê bibin.
Tîmên teknîkî niha dest bi bizavên xwe kiriye, da ku wê boriyê çare bikin û wê westgehê ji bo rewşa wê ya normal vegerînin.
Şîrketa navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de piştrastî da welatiyan û raya giştî ku, "Rewş bi tevahî di bin kontrolê de ye û hemî dezgeh li gorî rêkarên standard ên ewlehiya pîşesaziyê dixebitin". Tekez jî kir ku ew li ser bicihanîna hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina canê karmendên xwe li cîhê kar berdewam in.