Mesrûr Barzanî: Ziman bingeha sereke ya nasnameya me ya neteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de got ku, ziman bingeheka sereke ya nasnameya neteweyî ye. Herwesa tekez li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngîdana bi zimanê Kurdî û tevahiya pêkhateyan jî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî 21ê Sibata 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek ji bo Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê belav kir û ew roj li Kurdistaniyan pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa bal kişandiye ser nirxa ziman wekî pênaseyek ji bo neteweyê û got: Ziman bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştîmanî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka din a peyamê de bal kişand ser pêkvejiyan û pirçandiyê li Herêma Kurdistanê û nivîsî: Herêma Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda cuda dewlemend e û ew çavkaniya serbilindiyê ye, hemî pêkhateyên Kurdistanê bi azadî bi zimanên xwe yên dayikê diaxivin û dixwînin.

Mesrûr Barzanî herwesa li ser nerîn û xebata Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de tekez li ser pêvajoya perwerdehiyê kir û got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi girîngîdana bi zimanê Kurdî û zimanên hemî pêkhateyên gelê Kurdistanê tekez dike.