PDKT Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya îro di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de peyamek parve kir û tê de got: Zimanê kurdî mîrateyek e ku divê were parastin, pêşvebirin û ji nifşan re were veguhestin. Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye; ew hildêra domdariya dîrokî, bîra civakê û berxwedana çandî ye. Ew nasname û berxwedana me ye.

Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya duhî (În, 20ê Sibata 2026ê) di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de peyamek parve kir.

Peyama Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê:

21 Sibatê roja Zimanê Dayikê pîroz be. Zimanê kurdî mîrateyek e ku divê were parastin, pêşvebirin û ji nifşan re were veguhestin. Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye; ew hildêra domdariya dîrokî, bîra civakê û berxwedana çandî ye. Ew nasname û berxwedana me ye. Parastina zimanê dayikê, parastina hebûnê ye. Ziman jiyan e. Ziman mîrateyek pîroz e ku ji bo pêşerojê tê hiştin. 

Lê heke neteweyek ji maf û erd û xwestekên xwe bêpar bûbe, tenê gotina “zimanê xwe bi parêzin” têrê nake. Ji ber vê yekê, pêdivî heye ku saziyên siyasî gelê xwe hişyar bikin û li ser bingeha prensîbên demokratîk, mafên mirovan û zagona navneteweyî kar bikin, doza xwe bi rêxistin û awayekî aştiyane pêş bixin. Parastina zimanê dayikê tenê pirsgirêka çandî nîne; ew mafek bingehîn a mirovî ye. 

 

20 Sibat 2026

Mehmet Emin Kardaş 

Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya