Dem Partî dixwaze parastina zimanê Kurdî bi destûrê bê misogerkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamenter û birêvebirên Dem Partiyê di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê û UNESCOyê re name şandin û tê de li ser xetera tunebûna Zazakiyê haydarî da û herwesa daxwaza garantiyên qanûnî û destûrî jî kir.

Bi tevlîbûna parlamenter û birêvebirên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), îro (Şemî, 21ê Sibata 2026ê) ji bo Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê çalakiyek li bajarê Dîyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.

Parlamenterê Dem Partiyê ji çarçoveya Dîyarbekirê Serhed Eren di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku, parastina diyalektên Zazakî û Kurmancî bi destûrê misoger bikin.

Di wê çalakiyê de ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê û UNESCOyê re name hatin şandin, tê de li ser xetera tunebûna Zazakiyê haydarî hat dayîn û herwesa daxwaza garantiyên qanûnî û destûrî hat kirin.

Dezgehên Kurdî û partiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê her sal di 21ê Sibatê de, ku Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye, kampanya û çalakiyên cuda cuda ji bo parastina zimanê Kurdî li dar dixin. Dewleta Tirkiyeyê heta niha jî îtîrafê bi zimanê Kurdî nake û di destûra wî welatî de tenê zimanê Tirkî wekî zimanê fermî hatiye nasandin.

Herwesa li Parlementoya Tirkiyeyê, gelek caran dema ku parlamenterên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, mîkrofonên wan tên girtin û zimanê Kurdî di tomarên fermî de jî wekî "zimanekê nenas" an "zimanekê din" tê nivîsandin.

Di dema borî de hikûmetê gelek caran qedexe danaye ser şano û konsertên Kurdî, ku ev yek jî di nav çalakan de bûye sedema nîgeraniyê û bizav ji bo nasandina zimanê Kurdî berdewam in.