Serok Barzanî: Parastina zimanê dayikê erkekê neteweyî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peyamekê de Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li hemî Kurdistaniyan pîroz kir û got: Parastina zimanê dayikê erkekê neteweyî ye.
Serok Barzanî îro (Şemî, 21ê Sibata 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de got: Roja Zimanê Dayikê li hemî Kurdistaniyên xweşevî pîroz be.
Serok Barzanî her di wê peyamê de tekez jî kir: Zimanê dayikê bingeha resentî, nasname, hişyarî û hevgirtina neteweyî ye; Parastina wî erkekê neteweyî ye.
Peyama Serok Barzanî:
Zimanê dayikê bingeha resentî, nasname, hişyarî û hevgirtina neteweyî ye; Parastina wî erkekê neteweyî ye. Roja Zimanê Dayikê li hemî Kurdistaniyên xweşevî pîroz be.
زمانی دایک بنچینەی ڕەسەنایەتی، ناسنامە، هۆشیاری و هاودەنگیی نەتەوەییە؛ پارێزگاری لێی ئەرکێکی نیشتیمانییە.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) February 21, 2026
ڕۆژی زمانی دایک لە هەموو کوردستانیانی ئازیز پیرۆز بێت.