Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka Hikûmeta Sûriyeyê gihîştiye parêzgeha Hesekeyê ya Rojavayê Kurdistan, ji bo vekirina Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê.
Bi merema destpêkirina geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê, şandeyeka teknîkî ya Hikûmeta Sûriyeyê îro (Şemî, 21ê Sibata 2026ê) piştî nîvro serdana wî bajarî kir.
Bi vê pêngavê re, hemî rêyên ku diçin nav wê parêzgehê tên vekirin û geştên bejayî yên di navbera Heseke û Şamê de dê ji nû ve bên destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgeha Hesekeyê, her îro hejmareka girtiyan dê li wî bajarî bê berdan.
Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê di bin kontrola hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de ye û li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.
Parêzgarê Hesekeyê Nûredîn Ehmed jî her îro çend pêngav ji bo vejandina asta xizmetkarî û birêvebirinê li parêzgeha Hesekeyê ragihandin û tekez li ser berdewamiya pêkanîna pakêtekê ji planan jî kir, ku armanc jê bilindkirina asta tenahî û hêsankariyên ji bo karûbarên welatiyan di sektorên cuda cuda de ye.