Berdevkê HEZKURDê: Divê zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were misogerkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî, bi boneya Roja Zimanê Dayikê bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li Tirkiyeyê û ragihand, tevî hemû astengiyan jî, hişmendiya ziman di nava gelê Kurd de bi hêz bûye.

Barij Celalî îro 21ê Sibatê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê rewşa zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, destnîşan kir ku pirsa ziman li Tirkiyeyê bingehîn û dîrokî ye.

Celalî diyar kir, Komara Tirkiyeyê li ser bingeha înkara zimanên din hatiye avakirin û 100 sal in polîtîkayên bişaftinê bi awayekî sîstematîk tên meşandin. 

Herwiha bal kişand ser metirsiya "oto-bişaftinê" û weha got: "Piştî ku dewletê bi salan bi darê zorê ziman qedexe kir, niha rewş gihîştiye asteke weha ku gel ji ber neçariya aborî û perwerdehiyê, bi xwe ber bi zimanê serdest ve diçe. Dema ku zimanek nebe zimanê bazar, kar û perwerdehiyê, di nava malbatê de jî lawaz dibe."

Barij Celalî encamên xebatên HEZKURDê yên salên dawî parve kirin û destnîşan kir, kampayayên wan bandoreke mezin çêkiriye û got: "Dema me di sala 2020an de dest bi xebatê kir, hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî ya bijarte hilbijartibûn tenê 11 hezar û 400 kes bûn. Lê piştî kampanyayên me û hişyarkirina malbatan, ev hejmar di nava çar salan de gihîştiye 60 hezarî. Ev nîşan dide ku daxwazeke mezin a gel ji bo zimanê dayikê heye."

Celalî herwiha bal kişand ser giringîpêdana ciwanan a ji bo beşên zimanê Kurdî li zanîngehên wekî Diyarbekir û Mêrdînê. Herwiha diyar kir, niha li ser asta lîsans, master û doktorayê hemû cihên veqetandî tije ne û Kurd êdî dixwazin zimanê xwe bi awayekî akademîk fêr bibin.

Di dawiya axaftina xwe de, Berdevkê HEZKURDê bang li dewletê û aliyên siyasî kir ku statuya zimanê Kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin.

Herwiha Celalî tekez kir: "Heta ku zimanê Kurdî di destûra bingehîn de cih negire û nebe zimanê perwerdehiyê, metirsiya li ser ziman bidawî nabe. Pêvajoyên aştiyê û çareseriyê tenê bi mîsogerkirina mafên zimanî dikarin serkeftî bibin. Em naxwazin Kurdî bibe zimanê du saetan, em dixwazin bibe zimanê sereke yê jiyanê."