Rojnameyeke Amerîkî: 20 hezar kes ji kampên Sûriyeyê reviyane, hin ji wan çekdarên DAIŞê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Amerîkî aşkere kir, ji ber lawaziya tedbîrên ewlehiyê, nêzîkî 20 hezar kes ji kampên Sûriyeyê reviyane ku di nava van kesan de hejmareke mezin a endamên DAÎŞê hene.
Rojnameya "Wall Street Journal" a Amerîkî di raporeke xwe de ku spartî zanyariyên berpirsên ewlehiyê, bal kişand ser krîza ewlehiyê ya li kampên Sûriyeyê. Li gorî raporê, di heyama dawî de di navbera 15 heta 20 hezar kesî de ji kampan reviyane.
Rojnameyê destnîşan kir, metirsiya van kesên ku reviyane, ji ya salên borî zêdetir e, ji ber ku van kesan di dema mayîna xwe ya li Kampa Holê û kampên din de, peywendiyên xwe yên bi tundrewên din re xurt kirine û torên xwe berfirehtir kirine.
Di beşeke din a raporê de hat gotin, Amerîka ji vê geşedanê pir nîgeran e û Washington di wê baweriyê de ye ku berpirsên nû yên hikûmeta Sûriyeyê nekarîne mîna pêwîst kontrolê li ser kampan peyda bikin.
Herwiha hat destnîşankirin ku li wan kampên ku malbat û xizmên çekdarên DAIŞê lê dimînin, valahiyeke mezin a ewlehiyê çêbûye. Amerîka hişyarî dide ku eger ev rewş neyê kontrolkirin, dibe ku ev rê li ber xurtbûna careke din a rêxistinên tundrew veke.