Çavdêrên Mafên Mirovan: Çareseriya pirsa Kurdan di raporta Parlamentoya Tirkiyeyê de nîne
Stenbol (K24) - Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê beriya çend rojan rapora xwe ya hevpar amade kiribû, lê wê raporê behsa naskirina maf û nasnameya Kurdan nekiribû. Mafperwer jî hêvîşikestîbûna xwe ji rapora Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê radigihînin û dibêjin ku, zimanê raporê ne zimanê aşitiyê ye. Rapor helwesta kevnar a dewleta Tirkiyeyê ya beranber pirsa Kurdan tîne bîra wan.
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi civîneka rojnamevanî ya pirziman pîroz kir.
Ev roj, vê carê di dema pêvajoya aşitiyê de tê pîrozkirin lê rapora Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê, mafperwer hêvîşikestî kirine.
Li gorî wan, rapor gelek dûr e ji çareserkirina pirsa Kurdan, bi taybet pirsa zimanî.
Endamê Rêveberiya ÎHDyê Hesen Yavîç, ku çalakvanekî din ê mafên mirovan e û di heman demê de nivîskarekî zaraveyê Dimilkî ye, dibêje: Çi pêwendiya wê raporê bi çareserkirina pirsa Kurdan re nîne û rapora ku mafê zimanî naparêze, pirsa Kurdan jî çareser nake.
Nivîskar û Mafperwer Mehmet Gûzel jî got: Rapora hevpar a Komîsyona Pêvajoya Aşitiyê Dİ 18ê Sibatê de bi piraniya dengan hatibû qebûlkirin. Raporê pirsa Kurdî di çarçoveya “teror û ewlekariyê” de nirxandibû û behsa naskirina maf û nasanmeya Kurdan nekiribû. Digel vê yekê jî, DEM-Partiyê dengê erê dabû raporê.
Li gor rapirsîna herî dawiyê, ji sedî 98 ê Kurdan dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lê hikûmeta Tirkiyeyê amade nîne vî mafî nas bike. Di demekê de ku pirsa ziman nayê çareserkirin dê aşitî çawa çê be, mezintirîn gûmana pêvajoyê ye.