Iraq bang li welatan dike girtiyên xwe yên DAIŞê werbigirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Iraq bang li welatan dike ku welatiyên xwe yên girtî di nav rêzên DAIŞê de werbigirin û li welatên xwe wan dadgeh bikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) di gotarekê de ji Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî re behsa rewşa niha ya Iraqê, veguhestina girtiyên DAIŞê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din kir.
Fuad Hisên tekez jî kir ku, Iraq rola xwe ya berpirsiyarane ji bo vegerandina welatiyên xwe ji kampa Holê ya li bakurê Sûriyeyê didomîne. Ron jî kir ku, heta niha bi rengekê rêkxistî 23 hezar Iraqî hatine vegerandin, ku ev jî ji bo Iraqê mijareka ewlehiyê ya girîng e.
Navbirî amaje jî da: Iraq welatekê azad e, destûra wê federalî ye, û li ser vê bingehê jî dezgehên federalî pêş ketine. Di eynî demê de, hevahengiyeka temam di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de heye.
Wezîrê Derve yê Iraqê di pareka din a gotara xwe de jî tekez kir ku, Iraq di şerê li dijî terorê de hevahengiyeka mezin dike. Bang li hemî welatan jî kir ku berpirsiyariya xwe ya exlaqî werbigirin, terorîstên xwe vegerînin û wan li welatên xwe dadgeh bikin.
Fuad Hisên tekez jî kir ku, ji bo Iraqê danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş e.