Şandeke Xaça Sor a Navdewletî ligel alîkariyan gihîşt Kobaniya dorpêçkirî
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî dorpêça zêdetir ji mehekê a li ser bajarê Kobanê, şandeke Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ligel hin alîkariyan gihîşt Kobanî.
Şandeyeke Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) bi hevkariya Heyva Sor a Sûrî, îro 23ê Sibatê serdana bajarê Kobanî kir. Ev serdan hevdem e ligel gihîştina karwaneke alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku kelûpelên xwarin û dermanan li xwe digire.
Bajarê Kobanî ev 35 roj in ji aliyê komên çekdar ên girêdayî "Hikûmeta Veguhastî ya Sûriyeyê" ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber van dorpêçan, rê nayê dayîn ku xwarin, derman û sotemenî derbasî bajêr bibin. Kobanî niha ne tenê niştecihên xwe, lê belê zêdetirî 200 hezar koçberên ku ji ber şerê li Tebqa, Reqa û Helebê reviyane, dihewîne.
Şanda Xaça Sor ji aliyê Hevserokatiya Rêveberiyê û nûnerên saziyên sivîl û tenduristiyê ve hat pêşwazîkirin. Di nav şandeyê de berpirsên tenduristiyê, tîmên alîkariyê û pisporên parastina sivîlan ji encamên bikaranîna çekan cih digirin.
Li gorî daxuyaniya şandeyê, armanca sereke ya vê serdanê nirxandina rewşa mirovî li navenda bajêr e, daku asta hewcedariyên xelkê û koçberan were diyarkirin.
Biryar e şande serdana navendên penaberan, nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Kobanî bike, daku ji nêz ve astengî û pirsgirêkên ku rûbirûyî şêniyên bajêr dibin, bibîne.
Ev serdan wekî pêngaveke girîng ji bo şandina alîkariyên zêdetir bo Kobaniyê tê dîtin, ku niha ji ber dorpêçê rûbirûyî krîzeke giran a mirovî bûye.