Pêşewa Behlewî: Bi dehhezaran kes ji xelkê Efrînê vegeriyane ser axa xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Sûriyeyê Pêşewa Behlewî ragihand, ji sala 2023’an ve xebatên wan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Behlewî destnîşan kir, tenê li herêma Efrînê, heya niha bi hezaran malbatên koçber vegeriyane mal û milkên xwe û dezgeh bi hemû şiyana xwe piştgiriyê dide wan.

Pêşewa Behlewî îro 23ê Sibatê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistanê bû û derbarê rewşa koçberan û alîkariyên mirovî yên li herêmê agahiyên girîng parve kirin. Behlewî diyar kir, hebûna wan a li herêmê ne tenê ji bo rojekê an du rojan bû, lê belê stratejiyeke demdirêj a xizmetguzariyê ye.

Behlewî bal kişand ser destpêka karên wan ku piştî erdheja 2023’an dest pê kiribû û got: "Heya niha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sîwanek e li ser serê wan zarokên ku di erdhejê de dê û bavên xwe winda kirine. Em xwedî li sêwiyan derdikevin û heya niha jî xizmeta wan berdewam dike. Tevî ku dengê erdhejê di medyayê de kêm bûye jî, lê alîkariya me ya ji bo ziyandîtiyan nehatiye birîn."

Derbarê vegera koçberên Efrînê bo ser cih û warên wan, Behlewî diyar kir ku îradeyeke mezin a vegerê heye û got: "Li gorî amarên di destê me de, heya niha zêdetirî 60 hezar malbatên Efrînî vegeriyane ser axa xwe. Beriya ku guhertinên dawî li Sûriyeyê pêk werin, nêzî 900 malbatên Kurd vegeriyabûn. Her wiha ji herêma Cizîrê, Hesekê û Qamişloyê nêzî 13 hezar malbat, ji Libnanê bi sedan û ji Tirkiyeyê jî gelek malbatan berê xwe daye Efrînê."

Behlewî her wiha da zanîn, tenê di çend rojên borî de, nêzî 400 malbatên ku li devera Tebqayê bûn, bi hevkariya rêveberiya Herêma Efrînê vegeriyane ser cih û warên xwe.

Pêşewa Behlewî destnîşan kir jî, xelkê Efrînê ne li benda alîkariya madî ye, lê belê pêdiviya wan bi piştgiriyeke manewî û neteweyî heye. Herwiha got: "Dema xelk vedigere, em bi tîmên xwe û bi logoya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya wan dikin. Ev yek moraleke mezin dide wan. Em nanê germ bi rêya firinên xwe yên taybet dighînin wan û hewl didin ku ti kes di sermayê de û birçî nemîne."

Di dawiya axaftina xwe de, Pêşewa Behlewî tekez kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dê li Efrîn û hemû deverên Sûriyeyê xizmeta xwe bidomîne, daku pêvajoya vegera koçberan bi serkeftî bi dawî bibe û xelk li ser axa xwe bi aramî bijî.