Mesrûr Barzanî sê alavên bijîşkî yên pêşketî bo Dihokê dabîn kirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sê alavên pêşketî bi bihayê zêdetir ji 5 milyar dînaran ji nexweşxaneyên parêzgeha Dihokê re dabîn kirin, ku dê hin ji wê zexta zêde ya ku li ser wê sektorê li parêzgeha navbirî heye kêm bike û dê dema bendemana nexweşan ji bo wergirtina çareseriyê jî kurt bike.

Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sê alavên bijîşkî yên stratejîk ji nexweşxaneyên parêzgeha Dihokê re hatine dabînkirin; Bihayê wan alavan jî 5 milyar û 100 milyon dînar in.

Li gorî du nivîsarên fermî, ku ji aliyê Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ve hatine îmzekirin, hûrguliyên xercî û belavkirina wan alavan hatine ronkirin.

Ew nivîsar amajeyê didin ku, 2 milyar û 600 milyon dînar ji bo kirîna du alavên şikandina berikên gurçikan (Lithotripsy) ji bo Navenda Nexweşiyên Gurçikan a Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê hatine terxankirin.

Her li gorî wan nivîsaran, 2 milyar û 500 milyon dînar ji bo dabînkirina alavekê wênekêşiya mognatîsî (MRI Machine 1.5T) ji bo "Nexweşxaneya Azadiyê ya Perwerdehiyê" li Dihokê hatine terxankirin. Ev pere li ser budceya sala 2025ê ya Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê tên xerckirin.

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Dihokê ron jî kiriye ku, bi gihîştin û xebitandina van alavên nû, asta xizmetguzariyên bijîşkî û tenduristiyê li parêzgeha Dihokê dê pêngaveka baş ber bi pêştir ve biçe û gelek hêsankarî dê ji nexweşan re bê kirin.

Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di karnameya xwe de girîngiyeka taybetî daye sektora tenduristiyê û bizavê dike ku, bi rêya nûjenkirina nexweşxaneyan û dabînkirina alavên pêşketî xizmetkariyên giştî di sektora giştî de xurt bike.

Armanc ji van pêngavan sivikkirina barê li ser milên welatiyan e, da ku pêdivîtiya wan bi nexweşxaneyên taybetî û çûna derveyî welat nebe. Ji ber hebûna hejmareka mezin a aware û penaberan di kampan de, sektora tenduristiyê li Parêzgeha Dihokê di bin zexteka mezin de ye, dabînkirina van alavan dê hin ji wê zextê kêm bike û dê dema bendemana nexweşan ji bo wergirtina çareseriyê jî kurt bike.