Hikûmeta Kurdistanê: Piştî 20 salan hîn jî Madeya 140 nehatiye cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, raporteke giştgîr û dokîmenterî li ser astengiyên li pêşiya cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê ji bo salên (2005-2025) belav kir. Fermangeh dibêje: Ev raport, wan binpêkirinên yasayî û mirovî eşkere dike ku li wan navçeyan li dijî Kurdan hatine encamdan.
Li gorî raportê, bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ne tenê guhertineke leşkerî bûn, belkî karesateke mirovî û îdarî bi dû xwe de anîn; bi taybetî li qezaya Xurmatûyê ku amar bi vî rengî ne:
- 15 şehîd û 115 birîndar di nav welatiyên sivîl de.
- 3150 malên welatiyên Kurd hatine talankirin.
- 530 xanî û dukanên Kurdan hatine şewitandin an teqandin, ligel şewitandina 21 kargeh û dibistanan.
- Zêdetirî 53 hezar kes li wê qezayê koçber bûne.
Raport balê dikişîne ser stratejiyeke nû ji bo guhertina nasnameya navçeyan ku jê re "Erebkirina Spî" an "Erebkirina Îdarî" tê gotin, ji wan:
Dagirkirina postan: Guhertina 10 postên bilind ên îdarî li Kerkûkê û 10 postên din li Şingalê ku para Kurdan bûn û ji bo pêkhateyên din hatine dayîn.
Kêşeya zeviyan: Zindîkirina peymanên çandiniyê yên serdema Beisê û anîna "Erebên Hawirde" bo ser zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûkê, Daqûq û Sergeranê.
Forma xwarak û nasnameyê: Hewldan ji bo veguhastina forma xwarak û nasnameya bi hezaran malbatên Ereb bo hundirê Kerkûkê.
Raport hûrgiliyên darayî dixe rû; her çend biryar bû budceyeke berçav ji bo qerebukirina ziyandîtiyan were terxan kirin, lê belê di salên 2014, 2015 û ji 2018 heta 2021an de, hikûmeta Iraqê "sifir" dînar ji bo vê madeya destûrî terxan kiriye. Pereyê ku di nav 20 salan de hatiye xerckirin (2.08 trîlyon dînar) e, ku li hemberî qebareya ziyanên Kurdan û 118 hezar dosyeyên ku li benda yeklayîkirinê ne, gelekî kêm e.
Raport ronahiyê dixe ser wê yekê ku Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) di navbera salên 2007 heta 2017an de çendîn pêşniyar û raportên wan hebûn, lê nehatine cîbicîkirin. Di heman demê de, raport tekezî li ser biryarên Dadgeha Federal a bi hejmara 113 ya sala 2017an û 71 ya sala 2019an dike, ku rê li hewldanên yasayî yên bo hilweşandina Madeya 140 girtin û piştrast kirin ku ev made heta cîbicîkirina qonaxa dawî (rapirsî) bi zindî dimîne.
Ev raporta Fermangeha Medya û Zanyarî îsbat dike ku Madeya 140 ne tenê deqekî destûrî ye, belkû kêşeya niştecihbûn, dîrok û nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.