Hikûmeta Iraqê pesnê razîbûna Tirkiyeyê bo wergirtina girtiyên DAIŞî yên Tirk da
Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku Bexda bizavê ji bo çareserkirina dosyeya bi hezaran çekdarên DAIŞê dike yên ku ji Sûriyeyê radestî wê hatine kirin. Wezîrê Derve yê Iraqê got ku, Enqere amade ye ku girtiyên DAIŞî yên bi eslê xwe Tirk werbigire, û li beranberî Encûmena Mafên Mirovan jî bang li welatên din kir ên cîhanê jî kir ku berpirsiyariya vegerandina terorîstên xwe werbigirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) di civîna xwe ya ligel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack de ragihand ku, Enqere razî bûye ku girtiyên DAIŞê yên bi eslê xwe Tirk werbigire, herwesa pesnê amadebûna hikûmeta Tirkiyeyê ji bo wergirtina wan girtiyên bi eslê xwe Tirk da.
Iraqê, di pêvajoyekê de ku bi hevahengiya Amerîkayê hatibû rêkxistin, ew girtî wergirtin. Ev jî piştî wê yekê hat ku hêzên Kurdî vekişiyan û ew kamp û zindan girtin ên ku ji bo dema nêzîkî deh salan cihê mana wan kesan bûn ên ku gumana endametiya DAIŞê jê dihat kirin.
Her çend Bexdayê ragihandiye ku ew dê gumanbaran li gorî pergala dadweriya Iraqê bi tohmeta terorê dadgeh bike jî, wê gelek caran bang li welatên din ên cîhanê kiriye ku girtiyên xwe werbigire.
Fuad Hisên di daxuyaniyeka cuda de li beranberî Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî got: Iraq banga xwe ji hemî welatan re nû dike ku berpirsiyariya xwe ya qanûnî û exlaqî werbigirin, ji bo wergirtina terorîstan û darizandina wan li welatên xwe.
Rojnameya Sebahê ya Iraqî duhî (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) ji zarê Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan ragihand ku, hevfêmkirineka pêşkeftî di navbera Bexda û Enqereyê de ji bo wergirtina girtiyên komên terorsîtî yên DAIŞê yên ku nasnameyên Tirkiyeyê hene û hejmara wan ji 180 kesan zêdetir e.
Ev jî di demekê de ye ku, Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê li roja Înê (13ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de gotibû ku, hejmara giştî ya girtiyên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhastin gihîştiye 5 hezar 704 kesan, ku nasnameyên 61 welatên cuda cuda hene.