Hikûmeta Iraqê du peymanên petrolê bi şîrketa Chevronê ya Amerîkayî re îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) serperiştiya îmzekirina du peymanên destpêkî di navbera şîrketên petrolê yên Besra, Zîqar, Petrola Bakur û şîrketa Chevronê ya Amerîkayî de kir.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê di ragihandinekê de eşkere kir ku, peymana yekê di navbera Şîrketa Petrolê ya Besra û Şîrketa Chevronê de hat îmzekirin, ku girêdayî veguhestin û birêvebirina zeviya Rojavayê Qurne2 ye. Peymana duyê jî bi Şîrketên Petrolê yên Zîqar û Petrola Bakur re bûn, ji bo pêşxistina zeviya Nasiriyeyê û çar deverên lêgerînê li parêzgeha Zîqarê, tevî pêşxistina zeviya Beledê li parêzgeha Selahedînê.

Ew merasîm bi amadebûna Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris hat lidarxistin. Serokwezîr girîngiya van peymanan ji bo temamkirina reformên sektora petrolê tekez kir û got ku, ev pêngav dê bandoreka erênî li ser baştirkirina asta aborî û jiyara şêniyên parêzgehên Zîqar û Selahedînê bike.

Her di wê çarçoveyê de, Şîrketa Petrolê ya Besrayê û Şîrketa “Luke Oil”yê peymanek îmze kir, ji bo veguhsetina wê peymanê bi rengekê demkî ji bo Şîrketa Petrolê ya Besrayê û yekalîkirina hemî mafên darayî yên di navbera wan de, ku biryar e piştî pejirandina wê ji aliyê Encûmena Wezîran ve dest bi bicîhanîna wê bê kirin.

Herwesa peymaneka çarçoveyî di navbera Şîrketa Petrolê ya Besrayê, Luke Oil û Chevronê de jî hat îmzekirin, ku destûrê dide ew peyman bi rengekê demkî ji bo Şîrketa Petrolê ya Besrayê bê veguhestin û di dû re piştî temamkirina danûstandinên li ser şertên nû radestî Şîrketa Chevronê bê kirin. Ev peyman mafê danûstandinên taybet ji bo dema salekê dide Şîrketa Chevronê ya Amerîkayî.

Şîrketa “Luke Oil”ê ya Rûsyayî xwediya 75% ya parên xebitandina zeviya petrolê ya Besrayê bû, lê di 19ê Mijdara 2025ê de ragihand ku, ew êdî ji ber cezayên Amerîkayê nikare xebata xwe bidomîne.

Zeviya petrolê ya Rojavayê Qurne2 ya Besrayê yek ji mezintirîn zeviyên petrolê yên başûrê Iraqê ye, ku di sala 1973ê de hatiye keşifkirin. Ew zevî kevirê bingehîn ê aboriya Iraqê ye û tevlîbûneka berçav di zêdebûna hilberîna petrolê de heye. Zeviya petrolê ya Rojavayê Qurne2 wekî yek ji mezintirîn zeviyên petrolê yên cîhanê tê hesibandin, ku her rojê nêzîkî 460 hezar bermîlên petrolê hildiberîne.

Berî demekê ji ber cezayên Amerîkayê li ser şîrketa “Luke Oil”ê ya Rûsyayî, meaşên yek hezar û 300 fermanberên Iraqî şeş hefteyan dereng ketine.