Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dixwazin kurdî bibe xwedî statu
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê daxwaza fermîbûna zimanê kurdî û nasîna mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin. Xwendekaran bal kêşandin her ku diçe pergala bişaftinê kûrtir dibe û nava nifşê nu de kurdî kêm dibe, ji ber vê yekê jî hem banga xwedîlêderketina zimanê kurdî hat kirin hem jî daxwaz ji dewletê hat kirin ku kurdî bibe xwedî statu.
Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de tên kirin berdewam in. Li Diyarbekirê jî ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Dîcle ve çalakiyek hat li darxistin û daxiyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku mafekî rewa û xwezayî ye ku herkes bikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe û daxwaz hat kirin ku li Tirkiyeyê rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikmakî were vekirin û kurdî bibe xwedî statu.
Xwendekar Mazlum Ozdemîr ji Kurdistan24ê re got: “Em dixwazin ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, zimanê me hebuna me ye, ji ber wê em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”
Xwendekarên Zanîngeha Dîcle balê dikêşin ku divê êdî di hemû beşên jiyanê de ango di saziyên fermî de bi zimanê kurdî xizmet were dayîn û daxwaza wan a sereke ew e ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe xwedî statu.
Xwendekar Mihemed Qaxizmanî dibêje: “Di serî de em dixwazin di saziyên fermî de di gelemperiyê de bi zimanê kurdî xizmet were dayîn, ji ber wê divê em fermîbuna zimanê xwe bixwazin.”
Xwendekar Sozda Yalûr jî got: “Divê bi zimanê kurdî perwerdehî were dayîn û em zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin.”
Li Bakurê Kurdistanê di 5 zanîngehan de, beşên zimanê kurdî hene û 847 derçûyên wê hene û 213 jê hatine damezirandin ku xwendkar dixwazin rê li ber perwerdehiya zimanê zikmakî were vekirin û bêhtir mamoste werin peywirdarkirin.